Çima felek \ Salimê Wisiv
Çima felek bi min re tu dijminî
Gav û se´et li ber min di sekinî
Di bêjî min : were tu nêçîra minî
Sê sed tif li wê enîya te bê
Ne te ez girtibûb li diziya xwe de
Ne te bab hatibû kuştin li mala me de
Te rabû xaniyê me xist bi ser me de
Sê sed le´net li wî bextê te bê
Çima felek tu wisa bê bextî
Ji min re tim bi tifing û rextî
Tu derba li min didî her wextî
Jehira mara li wî dilê te bê
Ne ez bûm ew ê qutkirî rezê te
Ne ew gur bûm yê xwarî pezê te
Ji sebeba çepger û lez û bezêd te
Ev dil nema bi mirada xwe şad bê
Çima felek tu hewqas xayînî
Tu cerg û dilêd min dertînî
Golêd xwînê liber mide di meyînî
Sê sed wil li wî dilê te bê
Ne mi kewêd delavê te firand bûn
Ne mi xanî û hewşêd te xirand bûn
Te xewin û xeyalêd min mirand bûn
Gunehê mi tim li sitio yê te bê
Salim Al Shahwani