دووشەممە, نیسان 28, 2025
spot_img
سەرەکیKurmanjiKonfransa Êkbuna Kurdên Rojava

Konfransa Êkbuna Kurdên Rojava

Aram Duhoki

Îro bi berhev buna piranya hêz û layenên syasî û leşkerî konfiransa êkbuna Kurdan li Suryê hat li darixistin.
Ev kombuna hu berfire her bi xwe serkekefitinek mezine, ji berko li demekê ev gav tê havêjitin ko Surya bi xwe ketye di qunaxek din da nemaze piştî ko rijêma Beşar Esadî ji nav çuy. Bi êkbuna peyama Kurdî li wê parçê di be fişarek li systema nû ya Suryê ko dan bi hemu mafên Kurdan bide êdî nema layenên Sunî yan Elewî dengê Kurdan kip biken. Ji aleyek dî ji ber bi êkbun berxwerdê wê di gel Suryê û deverê biken, êdî ew hêceta Turkya di hat deverên Kurdî dagîr dikir namîne nemaze ko serokê hêzên dîmokirart Mezilum Ebdî anî ziman ku ew digel pêveçuya aştyêne a PKk di gel Turkya û serok Barzanî jî hevbîre bo piştevanya aştyê ev yek wê radigehîne ku hemu li ser encam dana êk xal radwestin ewjî êkigirtina gelê Kurde û berqerar buna aştyek seranserî ku ew wê bibe dermanek baş bo kêşa Kurdan li rojhelata naverast.

Konfransê êkigirtina Kurdan û razî buna hemu Kurda li ser pêşiveçuna aştyê nemaze li bakor di be bibe rê xweş kerek bo damezirandina konfiransek seranserî Kurdustanê û gelê Kurd ji parçebunê beref milletbonê bi meşe û kêşa wê li nav xweya welatan bibe kêşek nêvinetwî ku dibe qonaxek dî ya giring a din ya gelê Kurd.

سەرنج و تێبینی

هیڤییە کومێنتا خۆ بنڤیسە
ناڤ

پێنگاڤ
پێنگاڤhttps://www.stepmagazine.org
گـۆڤـارەکـا سـەربـەخـۆ گـشـتیـیـە، ل وەلاتـێ کـەنەدا دەردکـەڤـیـت.
بابەتێن پەیوەندیدار

“Koma şanewa “NEWROZ

AX LÊ DAYÊ

Ezim

- Advertisment -spot_img

نویترین