Havin Acar
Rojek ji rojan rehmel li dé û bavé gûhdaran. jinikek hebû divîya qîza xwe réke li ber desté melayé gûnd da kû hînî qûrana kerîm bibe. Piştî perwerdeya qîza wê ya du sê rojan, jinikê bakire qîza xwe, ka were qîza min, ev çend rojin tû diçî xwendinê, ka ji bo min jî bixwîne, ez bizanim tû gehiştî çi astê qîza wê jî got yadê gava ez diçim xwendinê, seyda dibêje pekê te ho ne, yê deyika te çawa ye. Dayika wê ma ecêpmayî, gote qîza min, ev çi gotine. Gelek eyb e, ma tû yarîyê xwe bi min dikî? Qiza wê jî piçûk e çi fam nake. Dîsa dûbare dike û dibêje weleh seyda ji min re wisa gotiye. Dayika wê matmayî dimîne û difikire, heya êvarî zilamê wê tê jêre dibêje filankes çi ji Xwedê çi ji benia hal û meselê qîza te û melî ev e û herdû jî dizanin ku dilê melî ketîye jinikê.Di despêkê de, zilamê wê pir aciz bû, lê jinikê gote zilamê xwe, xwe aciz neke ez gelekê fikirîme. Xwedê ev ji melî re namîne. Baweriya mêrik jî, gelek bi jina wî dihat. Bi hev re biryar dan dest û pî pilana xwe kirin. Jinikê got were em dû elbên savarî û gêrûsî bînin û danin nava eywanê. Ji xwe me çêlekek heye, êvarî sê çar kerên cîrana jî bibe aşî wexteke nêzîk de vegere mal. Mêrıkî got bila.Jinik jî rûnişt derî de mela li wê derê re borî û jinikê bakir melayî. Dilê min êş e, sed car êş e. Zilamê min heft kerê birî, yê çûyî êş e. Ew kuleka dev û roj ve mifta me ya li bin gurza çilû ve. Mela nezanî ka çawa nimêja xwe kir û hat mala jinikê. Silav dan hevdû û jinikê, gote keremke mela. Mela ji keyfa nezanî ka wê çi bike. Mela seh dike nava eywanê çî bibîne baş e. Dû elbên savarî û gêrûse di nêva eywanê de ye. Jinik dibêje ka were mela Xwedê divê em savarî bihêrin, paşê em ê bikin keyf û henek. Melayî destû pî hêrana savarî kir, hêj elba dûdûyan xelas nekirî, zilamê jinikê dengê bilint bakire şoş kerê min şoş û li ber derî sekinî. Jinikê gote, mela xwelî ser rabe here cihê çêlekê ve, Xwedê ve zilamê min hat. EW te bibîne yê te di cih de bikuje. Zilamê jinikê jî, ji hemû tiştî agehdar e. Heft kerên cîranan bir êxist cihê çêlekê ve, wer halê melî. Bêhnekê xweş mela hêliştin nav dest û pêyên wan heywanan de dev û levên melî tije xwîn dibe. Jinik jî bi dengê bilind dibêje zilamê xwe, ka ez fekim çêleka me zaye an na û tê dibêje mela lezêke xwe xelas bike hêj zilamê min tû nedîtî. Mela çi kil û halê heyî bezî û çû malê. Jina melî dergeh lê vekir û çi bibîne baş e, dev û lêvên melî tije xwîn bûye bi çavê xwe bawernake û jê dipisre ka ev çi ji te hatîye mal ne mîrat? Melî got jina xwe tû deyneke. Ez derincê mizgeftê de ketime û didan devê min de nemane. Lez bike bo min cihekê dane. Jina melî çend rojan pê şorbeyan melayî baş dike. Heya mela ser xwe ve hat, berê xwe da mizgeftê. Jinika ku dafik lê vedayî jî li derî de rûniştî bû. Bakir melî û gotê, mela navê mirîşka me kitan e, hêkan dike, dan bi dan e. Were ez ê ji te re bikim kabirman e. Mela, navê dîkê me wehab e serê dûvê wî şerab e. Were ez ê ji bo te bikim şîş kebab e. Mela pir aciz dibe û dibêje hey dêhlê, dêhli pekê. Ez hatim mala te carekê. Te ez kirim gûlik avêtim ber çêlekê.