یەکشەممە, نیسان 20, 2025
spot_img

Yar gule

Salimê Rengînê

Yar gule

Yar gule li serê zinarê

Ma kî min bi gehînê yarê

Bilbil ez li bextê te me

Ka wê gulê bîn xwarê

Destê min bi gehîn wê gulê

Ji dilê min derxîn vê kulê

Gula min ji min e dûre

Dilê min li ser wê di kelê

Bilbil min hekîmek hebû

Li derdê min wî çare nebû

Îro ji min re tu dixtorî

Dermanê mi li ba tebû

Heta sax bim ez deyndarê te

Qet ji bîr nakim vî karê te

Ji min bixwazî ronahya çava

Dê gorî kim ji bo zarê te

سەرنج و تێبینی

هیڤییە کومێنتا خۆ بنڤیسە
ناڤ

پێنگاڤ
پێنگاڤhttps://www.stepmagazine.org
گـۆڤـارەکـا سـەربـەخـۆ گـشـتیـیـە، ل وەلاتـێ کـەنەدا دەردکـەڤـیـت.
بابەتێن پەیوەندیدار
- Advertisment -spot_img

نویترین