شەممە, نیسان 19, 2025
spot_img
سەرەکیئەدەب و هۆنەرHeke / Salimê Rengînê

Heke / Salimê Rengînê

Salim Al Shawani

Heke / Saliê Rengînê

Heke Reşo bim tu Xens î

Heke seyran bim tu wens î

Heke Şingal bim tu Kers î

Tucar ez ji te qutna bim

Heke Siyamend bim tu Xec î

Heke tewaf bim tu Hec î

Ji bo min tu yareke qenc î

Tucar ez je te dûr nabim

Heke tu Leylî ezi Mecnûn

Tu yî bo min hebûn û nebûn

Piştî te hiş ji serê min çûn

Tucar ez terka te nakim

Heke tu zînî ez Mem im

Heke tu dewranî ez dem im

Heke xemgîn bî ez xem im

Tucar ez ji te dûr nabim

Heke tu Şêrînî ez Ferhad im

Heke Kurdistanî ez Mehabad im

Heke dilxoş bî ez dilşad im

Tucar ez dev ji te bernadim

Heke Edûlî ezim Derwêş

Ji eşqa te mejî bû ye bi êş

Yek li ber çava di bê şeş û bêş

Tucar ji evîna te têr nabim

Heke Temo bim tu Xezal î

Heke ronî bim tu şemal î

Heke xanî bim tu jî mal î

Tucar ez ji te qut nabim

سەرنج و تێبینی

هیڤییە کومێنتا خۆ بنڤیسە
ناڤ

پێنگاڤ
پێنگاڤhttps://www.stepmagazine.org
گـۆڤـارەکـا سـەربـەخـۆ گـشـتیـیـە، ل وەلاتـێ کـەنەدا دەردکـەڤـیـت.
بابەتێن پەیوەندیدار
- Advertisment -spot_img

نویترین