Salim Al Shawani
li min derbas bûn meh û sal
hêdî hêdî ez di bim pîr û kal
bi êşare di bim dost û heval
rojêd xortanyê lí mi bûn xeyal
êş yek bi yek li mi peyîda dibin
dil û can muhtacî hekîma dibin
dilê neyara bi halê min şadbin
xwe ji min dûr dikin mam û xal
pora serê min ta bi ta bû sipî
qerimok kete dest û çav û pî
wekî e´mrê min bû ye sed û sî
ji mire bû lazim xopanê gopal
bi şev û roja çav nabînin xewê
di mînim li hizreta wê bedewê
mixabin bi min na hise dilê wê
ew xanima ciwan û rid û şepal