Havîn Acar
Rojekê weke her rojên din, rovî dimeşiya û hat ber avê sekinî.Karê xwe kir kû derbazî aliyê din bibe. Mar jî, li ber avê sekinîye û dîxwaze biçe wî aliyê din.Lê mixabin mar nikare derbasî aliyê din bibe.Mar dibêje:
– Rovî tê çibikî?
Rovî dibêje:
– Ez ê derbasî aliyê din bibim.
Mar bi xemgînî dibêje:
-Rovî tû min jî gel xwe nabî aliyê din?
-Na welleh ez te nabim.Ji ber kû neyartiya min û te, ji mêj de ye.Bav û bapîrê me jî neyarê hev bûn. Ma ez ê çawa te bibim.
Mar jî dibêje:
-Rovî bav û bapîrên me, bê aqilî kirine, ma em ê jî wisa bin?
Rovî:
– Qîm ji neyartîyê re tûneye.Tê çawa min qane bikî vaye ez te nabim .
Mar:
-Rovî min ji avê derbas bike, soz û bext ji bû te ez êdî neyartîya te nekim.Were em destê biratîyê bidin hev.
Rovî bêhnekê xweş difikire û dixwaze ji marî bawer bike.Rovî qîma xwe bi marî diîne û dibêje :
-De were mar, were ser pişta min ez ê te derbas bikim.
Mar hêdî hêdî xwe li dora rovî radipêçe,serê xwe jî dikêşe li ber stûyê rovî.
Rovî :
– Tû amade bî em ê biçin.
Mar:
– Ez amade me.
Rovî dide nava avê û dimeşe. Heya rovî derbasî aliyê din dibe , pir diweste.
Mar:
– Rovî em ji avê derbas bûn an na?
Rovî:
– Erê em derbas bûn.Deka vêca were xwar .
Mar:
De baş e rovî nexwa wesîyeta xwe bike bi Xwed’e ez ê bi jehra xwe te bikijim.
Rovî bi dilek kul û hezar cara şkestî dibêje:
-Te bawerî da min, û min jî, ji te bawer kir.Te soz û bext da min.Ka soz û bextê te dayî?
Mar:
– Rovî xwe ne xapîne soz û bextê neyartiyê nîne.Bila te bawer nekiribaya.
Rovî ax û keserekê ji dil û mil diîne û dibêje:
– De baş e. Ji xwe te ya xwe bi min kir.Lê tû dizanî ez, çavên te pir diecibînim.Bes min careke din çavên te yên reş û belek bidîta, êdî mirin ji bo min heq bû. Mar gotina rovî ya dawî dipejirîne û hêdîka serê xwe diîne ber çavên rovî disekine.rovî ji nemerdiyê nake û pençikên xwe diavêje stûyê marî heya mar ji rihê şirîn xelas dike naberde.Mar qilf û qilf ji dora rovî vedibe û rast dikeve erdê.Rovi jî paş xwe ve dimeyzîne û dibêje:
-Ez ji hevalên wisa rast pir hes dikim…
ZIMAN KELHA GELAN E
Hêmana herî giring a ku gelen ji hev cuda dike bêguman ziman e. Çand, hûner, kelepor, bîr û bawerî, hwd hêmanên giringin ku gelekê ji wan gelên din cuda dikin. Gava gel ji van hêmanên xwe yên bingehin dûr dikeve, hêdî ew gîyanê wî gelî, hişmendiya wî gelî ber bi windabûnê ve diçe û hêdî mirov ne ji wî gelî ye.
Gava em li rewşa zimanê xwe dinêrin, ji aliyekê ve mirov dilşad dibe lê; ji aliyekê ve jî mirov xemgîn dibe. Xepatên li ser kurdî roj bi roj berfirehtir dibe, kurd bûne xwedî qenalan, rojnameyan, kovaran, malperan, di pirtûkên cûr bi cûr. Ev yek mirovî keyfxweş dike. Lê roj bi roj hejmara yên kurdî diaxivin kêm dibe û ev yek jî mirovî xemgîn dike.
Ev zext û zorî û qedexeyên li ser zimanê me bi salan e ji aliyê dewletên dagirker ve dom dike. Hewldanên wan ew e ku zimanê me yê dewlemend ji holê rakin. Li Tirkiyê pêşveçûnên di derbareyê zimanî ve yên ji liyê dewletê vetune ne. Da ku dersa bijarte di polên 5. 6. û 7. De bikarin bidin ZanÎngeha Mêrdînê perwerde da 900 xwendavanan û wek mamosteên kurdî hemû amada kirin. Wan mamsteyan yê di dibistanê de dersa zimanê kurdi ya bijarta bidayan. Lê ewsoza ku gotin wan hûn ê wek mamoste dersê bidîn neanîn cih û ew xapandin. Ji xwe lê li ser vê mijarê gelek leyistokên wan hene. Zarokên bixwazin dersê bibêjire, midur ji wan re dibêjin mamorte tune ne, ev ders ji bo we kêri tiştekê nayê, ne hewceye ku salakê sax wextê xwe bidin wê dersê. Ger hûn kurdîyeke baş bizanaîn jî ma hûn ê bibin mamoste, bijîjk, endezyar…? Da ko zarok dersa kurdî nebijêrin tişta ku ji destên wan tên dikin.
Dewletên dagirker nehêliştin kurdî bibe zimanê fermî, yê aboriyê, yê dan û standinê.Dixwazin kurdî roj bi roj bêqîmet bikin.
Ya ku dikeve ser milên dê û bavan ew e ku zarokên xwe hînî kurdî bikin lê ji berk u perwerda zarok bitsine tirkî ye ne bi kurdîye gelek dê û bav zarokên xwe hînî tirkî dikin da ku, gava ew biçin dibistanê serkeftî bin. Ew ditirsin ku zarokên wan hînî tirkî nebin , lê zarokên nezanin tirkî jî salekê an du salan de hînî tirkî dibin ji ber ku li her derê tirkî tê axaftin. Yên di zaroktiya xwe de hînî kurdî nebirin, zû bi zû nabin xwediyê kurdîyeke baş. Divê her dê û bav zarokên xwe hînî kurdî bike. Gotineke ya kurdolok Prf. Dr. Michel CHET di der bareyî zimanî de ho dibêje, zimanê ku zarok pê nepayivin bêpaşeroj e.
Ziman kelha gelan e û ew kelih ji aliyê zarokên wî gelî ve tê parastin. Sed mixabin Kurd zarokên xwe re bi zimaneke bîyanî diaxivîn. Ev yek li bakuûr )Tirkiyê) bi awayeke zelaltir derketiya holê.Gelek kes hene ku axaftina kurdî paşvemayîn û axaftina tirkî jî nûjenitî dibînin. Lê mirovên zana, zimanê xwe çanda xwe kelepora xwe xwedî derdikeve.
Sazî û rêxistinên kurdan jî, ji bo zimanî tiştkê nakin. Ger parlementerên me li bajarên weke Şirnexê, Cizîrê, Colemergê hwd di pêşberê hezar kesan de, bi kurdî neaxive, ew ziman bêqimed nabe? Ji xwe gelek kêm parlementerên me rêveberên me bi kurdî dizanin. Gava em bi zimaneke bîyanî diaxivin , ew giyanê kurdî ji me dûr dikeve û kirasê kurdbîniyê li ber me diçire, em giyaneke bîyanî distînin.
Wek encam divê em kurd li zimanê xwe xwedî der bikevin da ko Celadat BEDIRXAN, Ehmedê XANî, Melayê CIZÎRÎ, hwd di xewa xwe ya şêrîn de bi dilşadî razin…