دووشەممە, كانونی یه‌كه‌م 23, 2024
spot_img
سەرەکیKurmanjiLi welatê min

Li welatê min

Havîn Acar

Li welatê min

Kesera dilê min, kirasê reftarîya spêdeyan diçirîne
ji te dur ey welat
dukêlek zengarî şîn girêdide
li ser çirayên vemirî
porê sosin û beybûnan zerqemitî
êdî ji henasa xwe dûr û matmayî
li ser singê te ya birîndar
baweşînka êvara xopan
dergûşa nalineke zîz dihejîne
li ezmana sitêrk bêdeng
bıi hemû dewlemendîya xwe ve
mîna pelên darê di destê bayî de melkemotê êş û janan
her diçe kanîya dilê min û te
zuwa dike
şabûneka nenas bêhneka beravêtî
di pala çîyayên te de
her wekû zincîra evînê girêbide
zenda te dibe kemberbesta
navtenga min
hêvî û umîd li ser dêmê rojê
bi kefenê reş hatîye pêçan

buhar bêreng bêtam zayîn û mirin dikevin pey hev û eşkere dikin
nebûna roj û ronahîyê li welatê min…

سەرنج و تێبینی

هیڤییە کومێنتا خۆ بنڤیسە
ناڤ

پێنگاڤ
پێنگاڤhttps://www.stepmagazine.org
گـۆڤـارەکـا سـەربـەخـۆ گـشـتیـیـە، ل وەلاتـێ کـەنەدا دەردکـەڤـیـت.
بابەتێن پەیوەندیدار

Kampanyaya Alîkariyê

Mar û Rovî

- Advertisment -spot_img

نویترین