Ahmed Binavi
Gelê Kurd aştîxwaz e û her tim bi aşitiyê bawer dike û ti carî axa kesekî din dagir nekirye, Yên ku bi hezaran sal in ji bo aştî û azadiyê têkoşînîdane gelê kurde, Axa me ji aliyê Turk,Fars û Ereban ve hatiye dagirkirin û em ji bo mafên xwe yên bingehîn wekhevî û xwerêveberiyê li berxwedidin.
Çima hikûmeta Tirkiyê di vê demê de daxwaza destpêkirina pêvajoya aştiyê dike?
Dewleta Turk dizane herêm dişewite û li Rojhilata Navîn guhertinên mezin çêdibin û bi îhtîmaleke mezin Îsraîl û welatên rojavayî li Îranê dixin, rijêma diktatora Iranê were gûhorîn û Gerillayên kurdistanê dê Rojhilatê Kurdistanê bi dest bixin wek rojavayê Kurdistanê Turk dixwazin berî tiştekî wisa rûbide pêvajoyeke aşitiyê ya sexte bidin destpêkirin da ku Gerillayên Kurdistanê dest ji çeka berden, wek pêşmergên Rojhetê kurdistanê û amade nebin ji wê derfetê sûd werbigirin.
Vê carê Kurd nayê xapandin bi navê pêvajoya aştiyê wek 2013 wê demê piraniya kesên welatparêz û xwedî şiyan hatin pêş û aşkirakirn li gel Serokê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş û bi dehan tuhmetên bê binema bo hatin duristkirin û hemu xistin zîndana û tesfîye kirin û her wiha ji Gerilla xwast ku ji Tirkiyeyê derkevin û biçin Başûrê Kurdistanê. her devera Gerilla jê vekişan Tirkiyê baregehên leşkerî lê ava kirin , û niha jî wek hinceta Gorilla diçin başûrê Kurdistanê dagîrdiken, armanca sereke ya Tirkiyê ew e ku ew naxwazin kurd li ti deveran xwedî azadî û xwerêveberiyê bin.
Eger Turk aştiyê dixwazin, çima ew rojane Rojavayê Kurdistanê bombebaran dikin û sivîlan dikujin û avahiyên xizmetguzariyê wêran dikin, û her weha jibo komên radîkal li Efrînê bi dehan kampan ava dikin ji bo hemû komên radîkal ên li seranserê cîhanê ku li wir bicihbiken û coxrafîya herêmê biguherin,Turk ji bo aştiya bi gelê kurd re ne ciddî ne. Ev jî planeke dine li dijî Kurdan.
Divê kurd ji bo pêvajoya aştiyê bi pêş ve biçin, lê divê pir hişyar bin û şert û mercên giran hebin, şertê sereke serok Ocelan û Selahedîn Demîrtaş bên Azadkirin û Gerilla dest ji çekan bernedin heta ku pêvajoya aştiyê pêk were. serokên kurd û hukûmeta tirk bi çavdêriya UN hertişt were zelalkirin û îmzakirin û mafên kurdan di destora Turkye de were destnîşan kirin wê demê Gerilla dikare dest ji çekan berden, Ev rastîye li seranserê cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn eger hêz û çekên te tunebin senga te tuneye.