eha li ber wî berrojê xwe
bi çiyayê bilindve nwîsyay, me rezek mezin heye, ked u kespa me her li wire, jiber ku jêderê jiyana meye. çendekê evraztir sîlaveka avê bi kevranda tê xwar u li pêşîya xwe kirîne gerrên avê. ji wan gerran coyeka çokekê kwîr, xwe gehandîye nava rez, ji berku cihê rez berbeten bû, av ne digeha alîyê jor, lewa bi tenê dar u barên dêm, mîna bahîvan li wir hatibûn çandin. lê li alîyê jêr, hin rizde ji kevran hatibûn danîn, ku hêj li ser demê bav u kalan hatibû çêkirin, ji bo hinek rastgeh çêbibin, li van rastgehan gelek fêkî u zerzewat di hatin çandin, mîna hinar, xox, sêv u hirmî , hejîr u mijmij u gelek rengên zerzewatî. li alîyê din, tîrafên mêwên tirî ew erde dapoşî bû.
dema mirov di ço navda, weke beheşt li ber çavan di hat ditin. ji dîtina wê têr ne dibû, ew zehmet u westiyana bi kolan u avdan u adekirnê di bir, her tim ji bîr dikir. çav li wê rojê bû, berê wî bi gehe u pê dilxweş bibe.
spêdeyek zû, min taştê bi lez xwar u weke her car, min qesta rez kir, min ne dizanî wê kengê bj gehim, ji bo xweşîya dîtina wan darubaran têr hembêz bikim. lê dema gehiştim nav rez, çavên min qet bawer nekirin , pirr mendehoş mam, dar nema bû çiqilên wê ne hatîn şikandin, tîrafên mêwa ji belgan rwîs bibûn, bêsîre li erdê hatibû perçiqandin. ciyê zerzewatî, qey dibêjî gevizka kera lê hatîye kirin, dîmenên pirr dil êş u xemgîn bûn, min zanî, ku ji bilî berazan, çi dehbe vê nakin, berazan xwe li pêjanî dabûn u hatibûn ketibûn nava rez, pêjan li dûra rez hebû, lê ne mikum u asê bû, ne bilind u bi hêz bû, lewa berazn bi sanahî li ber sîngê xwe dabûn alîyekê u hatibûn di navda, min gelek hizir u ramanê xwe kirin. li dawîyê ez wesan têgiham ku divê pêş her karekê di rezde bê kirin, divê pêjanek pirr asê u bilind, pirr strî u mîxik bê çêkirin, ji bo wê yekê beraz xwe lê nedin, çonku li vî aqarî her tim beraz hene.
seyfulla muhemmed
1/6/2024 zaxo