Bê tifaqîn
sedan sale em bê halîn
ji dest dijmin em di nalîn
li hawîr me dijmin pirrin
wek hova li me di xorrin
tev ereb u rom u ecem
li me dikin zor u sitem
koştin, sohtin, hem jî talan
peyrew dikin ew bi salan
pêkol dikin bên qirr kirin
ji qadê bên binbirr kirin
me bo welat pirr kir xebat
şoreş li pey şoreşê hat
lê bi armanc ne gehiştîn
çunkî bo xwe em ne piştîn
bê tifaqîn hev nagirîn
lew me kurda kûr bû birîn
ev rastîya me kurdaye
baca wê me gelek daye
sed salên din bê êkgirtin
qet nabit bo me serkeftin
seyfulla muhemed – zaxo
…….. 20/9/2020 zaxo ……..