Seyfullah Mohemed
rêk
ger bi xwazî azadîyê
dê gelek dî qorbanîyê
dê rêkeka dwîr dîye ber
ta bi gehî domahîyê
× × ×
di vê rêde tu dê westî
ta bi gehî ya te xwestî
tama devî qet xoş nabit
ger reş nebit kefa destî
× × ×
daxwazîya te mezine
li rex u dura dijmine
nevên bi gehî armancê
wan rêk li ber te girtine
× × ×
raste dinya ger bibit bost
dijmin çi cara nabit dost
ev nameya kalê meye
rastîye ev name u post
× × ×
evca dijmin herdem hoye
di destanda hîvî j’xoye
lê dîyare ne bê swîcîn
swîcê mezin ji me boye
× × ×
ger em bi bîne êkgirtî
kesek li me nakit xortî
dê zal bîn u dê azad bîn
dê rizgar kîn vî welatî
× × ×
dê boçî her mînîn li xew
dê çevengê xwe kîne kew
bila qeba dijmin bi kîn
dê bînîn çend revokin ew
× × ×
azadîyê rêk wek hevin
hemî kospin dav u tevin
lê millet bi êkgirtinê
bi ser tev dijmina d’kevin
9/1/2024 zaxo