Heke: Salimê Rengînê
Heke Reşo bim tu Xens î
Heke seyîran bim tu wens î
Heke Şingal bim tu Kers î
Ticar ez ji te qutnabim
!!!
Heke Siyamend bim tu Xec î
Heke tewaf bim tu hec î
Ji min re tu yareke qenc î
Ticar ez ji te dûrnabim
!!!
Heke tu Leyîl î ezim Mecnûn
Tu yî bo min hebûn û nebûn
Piştî te hiş ji serê min cûn
Ticar ez terka te nak im
!!!
Heke tu Zîn î ez Mem im
Heke tu dewranî ez dem im
Heke xemgîn bî ez xem im
Ticar ez ji te dûrnab im
!!!
Heke tu Şîrîn î ez Ferhad im
Heke Kurdistan î ez Mehabad im
Heke dilxoş bî ez dilşad im
Ticar dev ji te bernad im
!!!
Heke tu E’dûl î ezim Derwêş
Ji e’şqa te mejî bû ye bi êş
Yek li ber çava dibê şeş û bêş
Ticar ji evîna te têrnabim
!!!
Heke Temo bim tu Xezal î
Heke rohnî bim tu şemal î
Heke xanî bim tu jî mal î
Ticar ez ji te qutnabim
!!!
Hedokê ezim Hesenê mala Mûsa
Gelo çima talîya evîna me bû wisa
Simê Qaso û Hemê Cindo malxeraba
Nehêlan em şadbibin wan bênamûsa
!!!
Heke ti Gênc Xelîl bî ez E’dûl im
Ji dûrbûna te gelek pepûk û melûl im
Li ser devê xelkê ez qal û qûl im
Piştî qulafeta te ez ti mêra na kim
Salim Al Shahwani