هه‌ینی, نیسان 18, 2025
spot_img
سەرەکیئەدەب و هۆنەرBê bade Salimê Rengînê

Bê bade \ Salimê Rengînê

Bê bade \ Salimê Rengînê

Agir bi dilê min ket

Para min li xema ket

Çavê min bi şahya ne ket

Heta can ji cesed derket

(1)

Dilê min ji xema bûye mişt

Wan cihê xweşya ne hişt

Wan xwîna dil tev mişt

Wan can li cesed de kuşt

‌ (2)

Felek bi min re xayîn e

Tim û tim min di xapîn e

Dilê min gelek di têşîn e

Bê derib min di mirîn ê

(3)

Bê bade ez bûme serxweş

Li serî de nemayne fikir û heş

Ev cîhana gelek rind û xweş

Li ber çavêd min bûye reş

سەرنج و تێبینی

هیڤییە کومێنتا خۆ بنڤیسە
ناڤ

پێنگاڤ
پێنگاڤhttps://www.stepmagazine.org
گـۆڤـارەکـا سـەربـەخـۆ گـشـتیـیـە، ل وەلاتـێ کـەنەدا دەردکـەڤـیـت.
بابەتێن پەیوەندیدار
- Advertisment -spot_img

نویترین