شەممە, نیسان 19, 2025
spot_img

?Çima felek

 Salimê Rengînê

?Çima felek

Çima felek bi min re tu dijminî

Gav û se’t li ber min di sekinî

Di bêjiye min were tu nêçîra minî

Sê – sed tif li wê enya te bê

          ( *** )

Ne te ez girtibûm li dizîya xwe de

Ne te bab hatbû kuŞtin li mala me de

Te xanîyê me xist bi ser me de

Sê – sed le’net li bextê te bê

         ( *** )

Çima felek tu wisa bê bextî

Ji minre tim bi tufeng û rextî

Tu derba li min didî her wextî

Jehira mara li wî dilê te bê

         ( *** )

Ne ez bûm ewî qutkirî rezê te

Ne ew gur bûm yê xiwarî pezê te

Ji sebeba çepger û lez û bezêd te

Ev dil nema bi miraza xwe Şabê

        ( *** )

Çima felek tu hewqas xayînî

Tu cerg û dilêd min der tînî

Golêd xwînê li ber mide di meyînî

Sê – sed wil li wî dilê te bê

        (** * )

Ne mi kewêd delavêd te firand bûn

Ne mi xanî û hewŞêd te xirand bûn

Te xewin û xeyalêd mi mirand bûn

Gunehê min tim li sitwê te bê

      ( *** )

19/2/2025

سەرنج و تێبینی

هیڤییە کومێنتا خۆ بنڤیسە
ناڤ

پێنگاڤ
پێنگاڤhttps://www.stepmagazine.org
گـۆڤـارەکـا سـەربـەخـۆ گـشـتیـیـە، ل وەلاتـێ کـەنەدا دەردکـەڤـیـت.
بابەتێن پەیوەندیدار
- Advertisment -spot_img

نویترین