Lezgîn Giravî
Zaxo
Vî xabîrî
Vî hevalî
Vî rê dîro perîşanî
Ji cîyan tê
Bi vîyan tê
Bê rawestyan Her bê wes tîyan
Ez nizanim
Jbo derdê wî dê ci bêjim
Ci hozanan
Ci helbestan
Bo verêjim
Bihar hat û xwe ne hejand
Sîtê li pêşya gera mîrî
Ne herifand û ne peqand
Gemî û kelek Man rawestîyay
Nama avîn darê dil gol
Hêla bi rêve ne gehand
Az torvanê
Nicîr vanê
Av û deryan
Ketme xewê
Xewek bi tirs
Neko ji kes
Neko ji birs
Xewek ji bo mana awat
Mana omêd û tev armanc
Roj co ava li roj helat
Em mayîn li bendê ta sihar
Hato li derkef ewrê reş
Hato me dil
Cend pê no xoweş
Li vî gondî Li vî cihî
Li cîhana ez û to lê
Ezû to yar Evro bê zar
Zar û ernîn . . Hatin birîn