دووشەممە, نیسان 7, 2025
spot_img

bêdengî

Havin Acar

ji rojên westiyayî re dihêlim hêvîyên xwe
ji simbilên genimên li ber bayê ketî
sûretê mêrgeşînan ji fêrîşteyên çîrokan re dihêlim
û ji xewna azadîyê re mistek buhar
awazên birîndar ji çuk û çivîkan re
her yek li kuçeyek dihêlim kilamên dûvdirêj
tûrikê kelama qedîm diavêjim sitûyê rojê
hêwanên qesrên kevnar ji çirîskên çavzer re dihêlim
baskekî dîn ji hecîreşk û qulingê berêvaran re
pêlên serxweş ewrên gemar di gerdena rojê de
bêdengîyeka kûr rondikên xwatirxwestinê
ji hevokên bêwate re dihêlim

سەرنج و تێبینی

هیڤییە کومێنتا خۆ بنڤیسە
ناڤ

پێنگاڤ
پێنگاڤhttps://www.stepmagazine.org
گـۆڤـارەکـا سـەربـەخـۆ گـشـتیـیـە، ل وەلاتـێ کـەنەدا دەردکـەڤـیـت.
بابەتێن پەیوەندیدار

“Koma şanewa “NEWROZ

AX LÊ DAYÊ

Ezim

- Advertisment -spot_img

نویترین