Aram Duhoki
Bo pitir dehan salane Surya buye berê kojî bo piranya welatêt cîhanê ji ber cihê wê yê cugrafî û ji ber syaseta wê ya çendîn sale dijî xasit û xozyên deverê bi gişitî û systema rojava bi taybetî. Her ji hatina Hiziba Bess li dîmahîka Şêsta û destipêka Heftêyan, yan bi hîrtir, her ji hatina Essadê bab û heta ketina korê wî Baaşarî ev welate di systemek binemaley de birêve birîne û her alyekê syasî ser hilda bît bi asin û agir ji nave birîne û nehêlayne nefesek azadyê hebe weko bîrokek cida. Bi kortî systmeka dikitorane û herdem bi away xwe li qelem dayne ko ji pêşengên rêvebirina hizira ntewey ya Erebî buye û her ji hatina sysetema Islamê li Iranê xwe daye di gel beryê Miqaweme bo berbelav kirina Hêlala Şyî li devera Rojhelat Naverast ko herdem bi bîrokeka dij hevbera sersexta Isirylê. Lê ev hawkêşe hat guhurîn li van dîmahya dema çendîn pêkahateyên leşekerê hev dijê Essadî ko piranya wan li Turkya xirive bibun bo çendîn salane û bi pişitevanya rastew xwe ya Turkî hêrişî ser leşikerî Essadî kirin û di nav çav û biryan da şikestin pê anî. Lê wesan dyare ger heta duhî ser gêjya gelê Suryê hîlala Şyê buye, evro ev sergêjye pitir û mezin tir lê hatye ji berko destelat ji destê Şyeyên ser bi Iranê ve anîn der û xisitin destên yên ji wan xirab tir ko ew jî kilîlka Daşe, evca ji rastew xwe weku cubehet Nussira yan jî ne rastew xwe ko systema Turkya ser bi Rejeb Tayb Erdogan ve bi xwe pişitevanya van giropên hatîn ser destalat Suryê bi serokatya Ahamad Elşya. Herweko bêjî Suryê û gelê wê ji ber bay çun ber barovê.
Di ser hindêra gelek ji gelên Suryê xwe wesan nîşan da ko ew keyf xweşin bi guhurîna hatî kirin li wî welatî, lê ji ber mandî buna pitir ji 14 salan xelikê wî welatî nema taqet û şyan bi wî awayê ew welat bi mîne, êdî herkesê destê wan bi giritiba wê heval bendî qebul kir ba, lewan bi çav û deve ew gurîna hatî pêş qebul kirin bêy ko hizirê têda bi ke. Lê pirisa here mezin ew aya ev welate ji vê girifitê xilas bu an jî pirisigrêkê ji nuve dest pê kir. Gelê Suryê di van 14 salên çuyda hew qas guhurîn çêbun û gelek ji komên milletê Suryê wek kême netewe qurbanyên mezin dan û nihe hêzên karîgerin li biyava şerî bo nimune Kurdan li wî welatî mezintirîn hêza tirora nêv dewletî şikestin pê any. Dîsave, hemû pêkihatêt Suryê hemer buyne ji destelat merikezî ji ber ko bo ptirya 50 salan
xizimeta destelata merkezî kirin û hemu bi tepe serî û bi koşitin û talan kirin evca çi Sunyêt Suryê di jî destelata binemaley û yan kêmatya Elewyan, yan çi mîna Kurd, Diruz û Fele …..htd. evan hemû pêk hata xîn û qurbanî dan da rojek mîna evro xodan biryar û maf bin neko carek din girupek pirî nîşanên pirsan li ser were ser korsya destelatê û ecenda welatek din bi rêve bibe, ger her wesan ba ev hemu talan û koşitin û rateqîne hemu û pêne divyan. Ji ber hezaran piris û bîrok û berxordan di vê rêka gelên Suryê ve kirîbe egîna ne dure ew welat mîn gelek welatên biryara durisut qebul ne kirî û cureta qebul kirina Fîdralî û Dîmokirasî qebul ne kirîn û welatê wan buye kavil mîna Efganstian, Iraq û Yemenê ….htd. ger pêk hatêt Suryê xwe sarane biryara xwe neden, ew bibin dar û destekên hêzên çîran û zil hêzan û hezar û yek yarî wê bi çarenusê wan weren kirin û wê xwezyên Esaadî bi xazin.
Bi vî away çi gelê Suryê yan welatêt dest Suryê ra hey, ger rastya vî welatî qebul ne be û weke caran berixwerdê di gel bi ken, ev welate wê pitir zyan vê bi kevin û pitir metirsîdar tir be, ne dure mîna Efganistan, Yemenê û Iraqê hêzên leşikerî yên bala dest destalatê bi girin ko her nuke girupên hatîn bi demikî destalat giritî bi ênyetek saf ne hatîne wesan yê di xebitin ko Suryê bi ken meydana jêk safî kirina mîzanêt syasî û leşkerî. Lewan berî axînik û peşêmanî xwe li serê her alyekî bi de divê helwêstêt tendirust nuke xweya zelal bibin û mafê gel û kêmasyên neteweyn gelê Sury bêt li ber çav wergirtin.